AVESTA KURD - Filmê 'Baghdad Messi' ya derhênerê Kurd Sahîm Xelîfe, di Festîvala 18. ya Navnetewî ya Leuven li Belcîka xelata jurî wergirt. Ev Festîval baştirîn festîvala kurtefîlmane li Belcîka.
Avestakurd – Serokê Herêma Kurdistanê û Serokê PDK'ê (Partiya Demokrata Kurdistanê) Mesûd Barzanî diyarkir ku çi êrîşên ne rewa li ser wan pêk bên dê bersiva wan êrîşan hebe.
Avestakurd – Li Sûriyê ji dema xwe pêşandan destpêkirîn ve, li dijî Elewiyan car car êrîş pêkahtin. Lê duhî mezintirîn êrîş li dijî gundê Elewiyan Akrab a bi ser bajarê Hemayê ve pêkhat. Di êrîşê de nêzîkî 200 kuştî û birîndar hene.
Avestakurd – Li gor agahiyên dawî yên der barê êrîşa îro de li ser taxa Kurdan Şêxmeqsud a bajarê Helebê 4 zarokan jiyana xwe ji destdaye û 19 kes jî birîndar bûne.
AvestaKurd - Malbata Mia û Rozonno McGhee a ku li Amerîka dijî, şeş zarok bi hev re anîne dinyayê. Malbatê li ser tora facebooka xwe, sûretên xwe weşandin û bi vê hatin kişf kirin. Jiyana malbatê dibe şowa televizyonê.
Avestakurd – Piştî êrîşa duhî ya li dijî taxa Şêxmequd a Helebê ku piraniya xwe Kurdin û di encam de 11 kesan jiyana xwe ji destda bû, îro jî li dijî heman taxê êrîş pêkhat.
Avestakurd – Berdevkê Wezareta Pêşmerge a Herêma Kurdistanê Cebar Yawer ragihand ku pêşmergeyên Kurdistanê dê li cihên xwe bin (Deverên veqetiyayî) û mayîn yan vekişîna hêzên pêşmerge girêdayî lihevkirineke di navbera Hewlêr û Bexdayê ve ye.