Serrûpel 2014 Hazîran

Arşîva mehane: Hazîran 2014

Ji bo vegerê 3 meh li pêşiya wan hene

AVESTA KURD - Dadgeha 8. ya Cezayên giran ya Enqerê li Tirkiyê biryar da ku hinek kes hene, eger di nava 3 mehan de vegerin Tirkiyê ewê neyên girtin.

Serok Barzanî vegeriya Kurdistanê

Êvara îro yekşem 15.06.2014 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê piştî serdana xwe ya Ewrûpa û hevdîtina li gel Serokê Fransa û Papayê Vatîkan û berpirsên bilindê welatê Îtalya dawiyê bi serdana xwe anî û li rêya firokxaneya navdewletiya Hewlêrê vegeriya Herêma Kurdistanê.

Qeredaxî Fitweya Pêşmerge derxist

AVESTA KURD - Emîndarê giştî yê Yekîtiya Cîhanî ya Zanyarên Îslamî Prof. Elî Qeredaxî, fitweya pêşmerge derxist û got, her pêşmergeyek ji bo Kurdistanê têbikoşe û were kuştin, şehîd e.

PYD qedexe kir û ew bi qaçaxî derbas bûn

AVESTA KURD - Sekreterê PDK-S Siûd Mele û hevalên xwe endamên polîtbîroyê Beşar Emîn û Neşet Zaza, ji ber ku PYD nehîşt bi riyên fermî derbas bibin, ew bi qaçaxî derbasî rojavayê Kurdistanê bûn.

Ev çend rojin hêzeke Îranê li Kurdistanê ye

Hêzeke mezin a artêşa Îranê hatiye Kurdistanê û li ser sînorê Neftxane ya ser bi qezaya Xaneqîn bicîh bûne û di amadebaşiyê de ne.

“Me eskerên Îraqî şandine cihên wan“

Nêçîrvan Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, ragihand ku Herêma Kurdistanê amadeye bo alîkariya Iraqê, û got lê Bexda wek pêwîst hîna bersiva me nedaye, siyaseta Herêmê herdem li dijî terorê ye û dê her di pêşerojê de li dijî terorê bisekinin û parastina xelkê bikin.

Hikûmeta Kurdistanê ligel fermandeya eskerî civiya

Di civîna Alîkarê Fermandeyê Giştî yê Hêzên Pêşmerge, Kosret Resûl û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî de hat ragihandin, hêzên Pêşmerge ji ber dilsoziya xwe valahiya ku ji ber vekişîna artêşa Iraqê li hinek deverên Iraqê çêbûye, derbasî wan deveran bûye û vê yekê jî ji bona parastina mal û canê kurd, ereb, turkman, mesîhî, şîe û sunnî dike. Di civînê de her wiha ji saziyên navdewletî hat xwestin ku alîkariyên mirovî bidin wan kesên ku ji ber şerê Iraqê dest ji cih û warên xwe berdane.

“Kurd li Suriyê di bin tehdîda jenosîdê de ne”

MRG: Kurd li Suriyê di bin tehdîda jenosîdê ne 

"Koma Navnetewî ji bo Parastina Mafê Eqaliyetan-MRG" ku navenda xwe li Londonê ye, rapora xwe ya 2014 an li ser rewşa eqaliyatên li cîhanê ku di bin xetera komkûjî û jenosîdê de ne, belav kir. Rapora MRG ku pişta xwe dide çavkaniyên "Netewên Yekbûyî-NY", têra xwe balkêş e û mirov xemgîn dike.

Zeyta Zeytûnên Dêrîkê êdî bû marka

Li Kurdistan û Tirkiyê êdî markeya Kurdî ‘’Zeyta Zeytûnan a Xilxalî’‘ dê li marketan were peyda kirin. Hasan Tahsin Gucum ê Mêrdînî, zeyta zeytûnan a ‘‘Xilxalî’‘ ku berhem aniye derxist bazarê.

Ev der niha di bin kontrola Pêşmergeyan de ne

Piştî êrîşên çekdarên grûpa bi navê Dewleta Îsalmî li Iraq û Şamê (DAÎŞ), hêzên artêşa Iraqê li piraniya navçeya bêy şer û pevçûnekê paşve kişiyan an reviyan û çekên xwe danîn.
WP2Social Auto Publish Powered By : XYZScripts.com