AVESTA KURD - Piştî ku careke din asayîşa PYD qedexe kir ku duh sekreterê Partiya Demokrata Kurdistanê - Sûriyê (PDK-S) Siûd Mele, endamên Polîtbîroyê Beşar Emîn û Neşet Zaza derbasî rojavayê Kurdistanê bibin, hate ragihandinku Siûd Mele û hevalên wî gotin ku çi bibe jî ewê derbasî rojavayê Kurdistanê bibin, bi riyên qaçax be, çi rê be jî ewê derbas bibin, bila asayîşa PYD wan bigirin jî.