Hûn jî tevlî ankêta televîzyona almanî ARD bibin
AVESTA KURD - Kanal yekemîn ya televîzyona Almanî ARD ankêt çêkir û têde dipirse: Bila Almanya ji bo Kurdan çekan bişîne?
Balafirxaneyek eskerî li Hewlêrê tê avakirin
Rêveberê Ragehandina Wezareta Pêşmerge ya Kurdistanê ragehand ku di dema pêş de firokexaneyeke leşkerî li Hewlêrê tê vekirin û heft welat jî çekan difroşin Kurdistanê.
Serokwezîr ji rîsipiyên Êzîdî re çi got?
Serokwezîrê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, li bajarê Duhokê îro roja pêncşemiyê 14ê tebaxa 2014ê, digel Hazim mîr Tehsîn-beg kurê mîrê mezinê êzidiyên cîhanê, Babe Şêx mezine şêxê êzidiyan û hijmareke kesatiyên olî û civakî yên êzidiyên Şingalê û deverên din yên êzidiyan civiya.
“PKK wê li Şengalê Qendîlê ava bike”
AVESTA KURD - Siyasetvanê Kurd Akif Hasan li ser bûyerên Şengalê nehîştina PKK-YPG ku pêşmerge û hêzên Emerîkî derbasî Şengalê bibin û wê rizgar bikin, gotinên balkêş kirin.
PKK nehîşt Emerîka û Pêşmerge êrîşî Şengalê bikin!
Şeva borî bi dema Hewlêrê, hejmarek ji efser û leşkerên artêşa Amerîka ligel Pêşmerge çûn ser Çiyayê Şingalê, da pilanekê danin bo mebesta êrîşkirinê li ser çekdarên rêxistina DAIŞê û derxistina devera Şingal ji dest wan, lê gerîleyên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) gef li wan efserên artêşa Amerîka û Pêşmerge xwarin ku, nabe ew êrîş bikin û pêwîste berî niha hemahengî ligel wan kiriba û piştire êrîş bikin. Efserên amerîkî jî bi hemû awayan ev yek red kirin.
Barzanî çû serdana gerîlayên PKK
AVESTA KURD - Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî çû serdana gerîlayên PKK li Mexmûrê. Di serdana xwe de, Barzanî ji aliyê gerîlayan ve bi germî hate pêşwazîkirin. Di serdana xwe ya cebheya şer de, Barzanî li halê pêşmerge û gerîla pirsî.
Kemal Kerkûkî li rojên berê vegeriya
AVESTA KURD - Serokê berê yê parlamentoya Kurdistanê Dr. Kemal Kerkûkî, çû eniya şer li Giwêr û tevlî pêşmergeyan bû. Li wê eniyê endamê encumena seroktiya PDK Qadir Qadir serpereştiya şerê li dijî DAIŞ dike.
Li vê lîstika PYD-YPG binêrin
AVESTA KURD - Li deverên ku di bin kontrola PYD - YPG de ne, li rojavayê Kurdistanê û her wiha cihên li başûrê Kurdistanê, li ser sînor ku PYD li wan deran xebata xwe didomîne, ji xelkê ku alîkariya Kurdên koçberên Êzîdiyên Şengalê dikin emir dike ku rozêtên YPG bi sînga xwe daleqînin û li ser wan otomobîlên ku xelkê koçber dibin û tînin, logoya PYD-YPG deynin.
Frensa di nava çend seetan de wê çekan ji Kurdistanê re bişîne
AVESTA KURD - Yekîtiya Ewropa biryar da ku hêzên pêşmerge çekdar bike.
Ewropa şandina çekan ji bo Kurdistanê (ERÊ) kir
Yekîtiya Ewropa biryar da ku çekdan bişîne ji bo herêma Kurdistanê ji bo ku şerê terorîzmê bikin.



































