AVETSA KURD - Serokê herêma Kurdistanê û serokê Partiya Demokrata Kurdistanê PDK Mesûd Barzanî, berpirsiyarê PDK yê Liqê 17 (Şengal) Serbest Bapîrî, ji kar bi dûr xist û li cihê wî berpirsiyarê berê yê asayîşa Duhokê Seîd Bedelî wezîfedar kir.
Wekû tê zanîn beriya du rojan li Tirkiyê hilbijartina serokkomariyê hebû. Komeke bi navê 'Tagir' ev hilbijartin bi awayekî balkêş boykot kir û li şûna pûsûlayan kaxezek Alaya Kurdistanê û navê 'Kurdistana Serbixwe' li ser hatî nivîsîn xistin zerfan.
Balafirekê ku dema alîkariyên mirovî dibir kurdên êzîdî yên li ser çiyayê Şingalê, ket xwarê û di encamê de balafirvan (pîlot) jiyana xwe ji dest da û 22 kes jî birîndar bûn, di nav birîndaran de parlamentera kurd Viyan Dexlîl jî heye.
AVESTA KURD - Lîstikvanê emerîkî yê navdar, Robin Williams di mala xwe de mirî hate dîtin
Lîstikvanê 63 salî, li California li mala xwe, mirî hate dîtin, tê gotin ku intîhar kiriye.
AVESTA KURD - Rawêjkarê Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, di hevpeyvînekê de ligel televîzyona CNN got, eger ku berî niha Emerîka alîkariya serbazî ji bo Kurdistanê bikiriba ev karesat çênedibû.
Vê lînkê klîk bike û di rapirsiya Koçka Spî de deng bide serxwebûna Kurdistanê. Heman lînkê ji bo hemû e.mailên li cem te ne bişîne û ji wan bixwaze ku ew jî beşdarî vê kampanyaya ji bo serxwebûna Kurdistanê bibin. Heta 22ê Tebaxê şansê te yê dengdanê heye.