Cemal Paşa miaşê xwe ji Înglîzan distand
Rojnameyeke tirkî hevpeyvîneke serokomarê berê Tirkiyê Turgut Ozal belav kir, ku Ozal nehîştibû were belavkirin.
Di wê hevpeyvînê de ku di sala 1991 de hatiye çêkirin, Ozal dibêje waliyê Osmanî yê Sûriyê Cemal Paşa ajanê Înlîzan bû û dixwest navbera Ereb û Dewleta Osmaniyan xerab bike.
Di wê hevpeyvînê de Ozal gotiye, waliyê Sûriyê yê Osmanî Cemal Paşa, miaşê xwe ji Înglîzan distand û keçên alimên dînî li Şamê, li malekê kom dikirin û ji wan dixwest ku ereqê vexun û ji wan re bireqisin.
Ozal her wiha dibêje, dema ku Cemal Paşa ew tişt kirin, êdî kîna ereban jî li hemberê Osmaniyan zêdetir bû.
Cemal Paşa, di sala 1915 de bûbû waliyê Sûriyê û Welatên Şamê, ew endamekî Ittîhad û Tereqî bû.
“Em naxwazin bingeha dewleta Sûriyê têk biçe”
Serokê Emerîka Barak Obama di hevpeyvîneke xwe ya televîzzyonî de li ser krîza Sûriyê axifî û got Esed serokekî kambax û dîktatorekî mezin e.
“Tirkiyê nahêle PYD biçe Cinêvê”
Wezîrê Derve yê Rûsya Sergey Lavrov, ragihand ku tenê Tirkiye li dijî beşdarbûna PYDê ya civînên Cenevê ye û divê ew welat were razîkirin.
Kurdekî ji Amûdê li Berazîlê hate kuştin
Kurdekî Rojavayê Kurdistanê, ku ew bi xwe ji xelkê bajarê Amûdê ye, li Berazîl bi destê hinek kesên nenaskirî hate kuştin û ev zêdetirî 10 rojane termê wî di beradeyê de ye û malbata wî jî bê çare maye nizane çi bike û çawa termê zarokê vegerîne welat.
Kuştiyê bi navê Mihemed Sebrî Şêxmûs ku diya xwe ya nexweş xwedî dikir û bavê 3 zarok bû, niha malbata wî di rewşeke xerab de ye.
Bîroya Rojava li Swêdê hate vekirin (Vîdyo)
Li gor medyaya nêzîkî PKK, PYD li Stokholmê ofîsa xwe vekir û di merasîma bekirinê de berpirsiya YPJ Nesrîn Ebdullah jî amade bû.
Heman jêder diyar dike ku wê Nesrîn Ebdullah ligel wezîrê berrevanî yê Swêdê hevdîtinekê pêk bîne û wê jê daxwaz bike ku birîndarên YPG li Swêdê werin dermankirin.
Ofîs di warê fermî de bi navê Bîroya Rojava hatiye vekrin, yanî ne bi navê PYD.
Şerîfê Omerî li Almanya çi dike?
Raperê Kurd piştî ku demeke dirêj li Yunanê asê ma, û gelek zehmetî kişandin, xwe gihande Almanya. Şerîfo dibêje, ew neçûye ji bo ku li Almanya bimîne û wî dev ji welatê xwe bernedaye, ew tenê çûye ji bo ku mafê rûniştinê bistîne û bikaribe li dinyayê bigere û hunera xwe pêşde bibe û dinyayê bi hunera xwe û rewşa gelê Kurd bihesîne.
Şerîfê Omer dibêje ewê vegere welat.
“Li Şengalê Heşdî Şeibî alîkariya PKK dike”
Serbest Lezgîn berpirsê Şingalê , di hevpeyvîneke xwe de digel malpera Hewlêrê dibêje ku, yek çekdarê PKKê li çeperên pêşiyê yên bergiriyê li baskê Şingalê tune ye û hemû ew çekdarên PKKê hene li nava Şingalê û hin cîyên din mane û pirsgirêkan ji hevwelatiyan re çê dikin û avahiyên fermî yên hikûmetê dagîr kirine. Lezgîn wiha dibêje:
Operasyonên Anfal li dijî Kurdan
Enfal navê komkujiyeke (tevkujiyeke) li Başûrê Kurdistanê ji aliyê sazûmaniya Baas ve hatiye pêk anîn e. Navê xwe ji ayeta Quranê ya El-Enfalê digire.


































