Serrûpel Nûçe Barzanî hişyariyeke cidî da Kurdên Sûriyê

Barzanî hişyariyeke cidî da Kurdên Sûriyê

Belav bike

Li gora agahiyên gihiştine AVESTA KURD, dema ku Mesûd Barzanî li bargeha xwe li Hewlêrê PYD û partiyên din yên Kurdên Sûriyê anîn cem hev, hişyariyeke cidî da wa.

Barzanî gotiye lihev werin û di van rojên hesas û hestyar de biryara xwe, helwesta xwe bikin yek û dijmintî û nakokiyên di navbera xwe de rakin û dawî li kiryarên ne di cih de bînin, ji ber ku ew ziyanê digihînin pirsa Kurd li rojavayê Kurdistanê.

Barzanî diyar kiriye ku tiştên têne kirin nayên qebûlkirin û divê yekser ew dijmintiya navxweyî nemîne.

Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî gotiye eger ku partiyên Kurdên Sûriyê nikaribin bigihên çareseriyekê ewê neçar bimîne bi şêweyekî din mudaxele bike.

AVESTAKURD