Serrûpel Dosya Ocalan behsa jina xwe Fatme dike

Ocalan behsa jina xwe Fatme dike

Belav bike

 

Serokê PKKê, birêz Abdullah Öcalan di pirtûk, şirove û analîzên xwe de, ji salên 80î ta 90î, kêm caran li ser rewş û mijara jinê rawestiya ye, lê piştî salên 90î û heta niha, jin û mafên wê, bûne mijareke serek ya Öcalan, heta radeya ku azadiya Kurdistanê bi azadiya jina Kurd ve girêdaye. Di despêka salên 90î de Öcalan pir rexne li dayika xwe û li jina Kurd dikir, lê piştî Öcalan hate girtin, êdî gelek pesnê diya xwe û jinê dide û jin weke ku “netewe” be dinirxîne. Di navbera 1986  û 1996an Öcalan bi tundî rexne li hevjîna xwe Kesîre Yildirim (Fatima) dikir û wê weke “marê zer”, “xayin – ajan” dida naskirin. Lê di pirtûka xwe a dawî de “Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk” de, Öcalan dixwaze ku careke din dosya Kesîre Yildirim vebe û piştî ewqas sal ji tawanbarkirinê, hin gumanên xwe tîne zimên û dibêje: “Dibe ku Kesîre ne xayin be.” Ango ev nêzîkî 30 sale ye  Öcalan hezkiriya xwe û hevjîna xwe a berê pîs û ne baş dida nîşan dan û me bi çavên Öcalan li (Fatima) dinêrî, lê me ji xwe nedipirsî; çima em li Kesîre jî guhdar nakin, ka ew çi li ser Öcalan dibêje? Ev 30 sal in Fatima çima bêdeng e û tu gotinek, ne baş ne xerab, li ser Öcalan ne gotiye. PKKê gelek kesên jê veqetiyane kuştin, çima Kesîre sax hiştine tevî ewqas tawanbarê Öcalan? Helbet gelek tişt li cem wê li ser Öcalan hene, derbarê nêzîkatî û peywendiyên wî ê bi jina re. Bi wateyeke din; dema ku nêrîn û ramanên Öcalan derbarê jinê de dibin prensîb û pîvanên PKKê ji bo azadiya jinê, divê em li şêweyên nêzîkatiya Öcalan bi diya wî û bi hevjîna wî a berê re vegerin û ji nûve binirxînin.

Propagandeya PKKê ya demagojîk di derbarê jinan de gihîştiye asta herî bilind, ta qûnaxa ku PKKê jina Kurd weke alava propaganda jî bi kar tîne. PKKê xwe weke partiya azadiya jinê, bi şêweyekî dîrekt yan ne dîrekt, dide nas kirin. Niha, hemû kes, medya Kurd û a navneteweyî jî di nav de, wêneyên şervanên jin yên Kurd dibînin şok û dilxweş dibin ku PKKê ewqas partiyeke laîk, nûjen û demokrat e ku heta vê qûnaxa bilind rê li pêşiya jina Kurd vekiriye. Ev jî, encameke pir normal e, dema wêneyên şervanên jin yên xweşik tên hilbijartin û di raport û nûçeyan de têne bikaranîn. Dema medya PKKê ewqas wêneyên keç û jinên Kurd yên şervan bikartîne, armanc jê, ne ku pesnê jin û civaka Kurd bide, lê pesnê xwe weke partiyeke siyasî dide.

Jixwe PKKê dibêje: “Min jina Kurd anî nava jiyana siyasî û leşkerî tu partî di nava Kurdan û cîhanê de weke min ne kiriye”. Ev jî ne rast e. Helbet rol û bandora PKKê heye, lê ne tenê PKKê rê li pêşiya jinê vekiriye û hemû partiyên din yên Kurdan rê li pêşiya jinê girtine û tu ked û rola wan nîne. Di salên 60 û 70î de, jina Kurd li Suriyê di nava jiyana partî û siyasî de bû. Kesayetiyeke weke Leyla Qasim ne ji nav PKKê derketiye.

Dema ku Kurd û medya cîhanê bi hezaran jinên di nava PKK-HPG-YPG…hwd, dibînin, dibên Cemîle Merkît “Seher” û Lamîa Baksî “Dr. Jiyan” bi sedan kadroyên jin ku bi destê PKKê, di nava PKKê de hatine kuştin jî bibînin. Divê bi hezaran jinên ku ji PKKê veqetiyane û reviyane bibînin. Jixwe êdî Kurd Cemîle Merkît, Lamîa Baksî û Benefş Mohemmed…hwd ji bîr kirine.

Cemîle Merkît, yekemîn jina ku di nava PKKê de bi şêweyekî hovane hate kuştin “tasfiye kirin”. Ew jî, weke Kesîre Yildirim û Sakîne Cansiz ji damezrînerê PKKê bû. Cemîle Merkît, xwişka Yildirim Merkît e, ku ji sazkarên PKKê ye û di sala 1994an de li Romanya ji aliyê PKKê ve hatiye kuştin. Cemîle Merkît jina Alî Haydar Kaytan bû û navê wê yê Kod “Seher” bû, ducanî bû. Piştî kongereya PKKê a duyemîn di sala 1982an de, zaroka wê 6 mehî ji ber wê kirin û hate kuştin.

Lamîa Baksî “Dr. Jiyan” ku xwişka nivîskarê Kurd Mehmûd Baksî ye. Hemû berpirsên jin û mêr di nava PKKê de dizanin bê bi çi şêweyeke hovane hate kuştin.

Van rûpelên reş di nava PKKê de li ser asta binpêkirinên maf û kesayetî û hest û nerînên jinê, kesek newêre veke û pirsa rastiya azadiya jinê di nava PKKê de bilivîne. Ez gelek kadroyên jin yên berê di nava PKKê de bûn û ji rêxistinê veqetiyane, ne wêrin devên xwe vekin û hemû tiştên kirêt li hemberî jinê, li çiyê, Şamê û Lubnanê dihatin kirin, bînin ziman.

Ez jî baş nas dikim bê ev dosya, ev pirs, çiqas xeter in û bi metirsî ne, lê divê were gotin. Bere kesek nebêje: Ev ne dema van pirsan e. Em di nava şer de ne. Dema PKKê hemû kesên ji vê partiyê re bibêje; na, weke xayîn dibîne. Dema PKKê hemû Kurdên aligirên AKP, CHP, HAK-PAR, PDK, ENKS, PDK-Î…hwd xayîn dibîne. Dema PKKê ji mafê xwe dibîne “rexne” tawanbariya li kesayetiyên weke Îsmaîl Beşîkçî dike, ma gelo qey pir zêdeye dema mirov bixwaze dosya jinê di nava PKKê de têxe binê ronahiyê?

Divê Kesîre Yildirim biaxiv e. Divê hemû kardroyên jin yên ji PKKê qut bûne biaxivin. Ji bêdengiyê re; êdî bes e.

Hoşeng Osê

Ji rojnameya BAS