Serrûpel Nûçe “Kurê min ji ber ku Kurd bû kuştin”

“Kurê min ji ber ku Kurd bû kuştin”

Belav bike

Leşkerê Îdirî, yê bi navê Sezer Altundag, hefta çûnê li leşkeriyê jiyana xwe wenda kiribû. Rayedaran, ji malbata Sezer Altundag re xeber şandin û gotin ku, “kure we derketiye operasyonê, pêl mayinê kiriye û miriye.” Pişt re jî cenazeyê leşker bi malbatê re şandin. Apê leşker diçe qereqolê ku cenaze teslîm bigire. Li qereqolê kefen vedike ku, bedena brazîyê wî tiştek nebûye lê tenê li ser eniya wî, şopa guleyekê heye. Bi rayedarên qereqolê re dibêje, “ka ji me re gotin pêl mayin kir?” Qereqol nikare agahiyeke zelal bide malbatê û dibêjin, “ji me re wisa gotin.” 
Li ser vê malbatê cenaze negirt û xwestin ku, kuştina kurê wan zelal bibe. 
Dûra, rayedaran daxuyand ku, leşker Sezer Altundag, întihar kiriye. Malbatê, bertek nîşana vê helwestê dan. Bavê Sezer Altundag, Mehmet Elî Altundag diyar kir ku, kurê wan ji ber ku Kurd bû ye hatiye kuştin. Ne ji aliyê leşkeran ve, ji aliyê fermandarê wî ve bi guleyekê hatiye kuştin. Bav Dibêje, “kî çi dibêje bila bibêje, lawê min birin û guleyek bera eniya wî dan û kuştin.” 
Leşker Sezer Altundag, li navçeya Amedê, li Erxaniyê leşkerî dikir.