Serrûpel Nûçe Ji civata wezîran biryarên girîng

Ji civata wezîran biryarên girîng

Belav bike
  

Duhî (10/7/2012) Civata Wezîrên Kurdistanê di bin Serokatiya Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî de civiya û ji bo xizmeta welatiyên Kurdistanê hin biryarên girîng dan. Li gor MHHK’ê, hin biryarên Hikûmeta Herêma Kurdistanê wergirtîn: “

1- Damezrandina fermangeha koordînatror û şopandina karûbarên hikûmetê. Ev femangehe dê yek ji pêkahetên serokatiya hikûmeta Kurdistanê be û dîrekt girêdayî serokê hikûmetê be. Vê fermangehê dê berpeisek bi meqamê wezîrê digel cîgirek û çend karmendan hebe. Karê wê jî dê şopandina cîbicîkirina siyaset, biryar û tewsîyeyên hikûmetê bike daku, bi awayekî baş û di dema xwe de bên cîbicîkirin. 

2- Saet 8ê sipêdê heta 8ê êvarê çênabe kamiyon, loriyên barhilgir û tanker yên ku alavên cuda û berhemên neftê û sotemiyê veduguhêzin, rê û cadeyên sereke û cadeyên nav bajaran bikarbînin. Ev jî ji bona selametiya tirafîkê ye. 

3- Damezrandina saziya firokexaneyên medenî li herêma Kurdistanê. Ev saziye dê ser bi wezareta guhastinê be û dê karûbar û çalakiyên firokexaneyan organîze bike. 

4- Civata wezîran biryar da ku hikûmeta herêma Kurdistanê bi rêya wezareta guhastin û gehandinê pirojeya avakirina rêya hesinî a trênê li Kurdistanê û girêdana Kurdistanê bi Îraq û bi cîhanê ve, amade bike. 

5- Rêz li hunermend, rewşenbîr û werzişvanên dêrîn bê girtin û ji bona vê yekê jî biryara danana sîstemeke baş bo rêzgirtin û dabeşkirina alîkariyan bi ser wan aliyan de hat dan. 

6- Pirojeya hevkarî û piştgiriya sînemaya kurdî û sînemakarên kurd li Kurdistanê û derveyî welêt bê amade kirin. Û di vî warîde serokwezîr Nêçîrvan Barzanî got: ”Divê pirojeyek ji bona hevkarî û piştevaniya sînema û sînemakarên kurd li herêma Kurdistanê û derve hebe.” wezareta rewşenbîrî û gênca ji bo amadekirina vê pirojeyê hat erikdar kirin. 

7- Komîteyek ji bona verastkirina qanûna sermayerazandinê a herêma Kurdistanê bê pêkanîn û ew qanûn bi awayekî bî verastkirin ku, derfetên hilbirînê li Kurdistanê baştir û zêdetir bike.”

 

Avestakurd