Serrûpel Nûçe H. Derwîş: Vekşandina me ji kongreyê Qahîrê şaştî bû!

H. Derwîş: Vekşandina me ji kongreyê Qahîrê şaştî bû!

Belav bike

siyasetmedar Ebdilhemîd Derwîş di hevpeyvîneke xwe de bi televîzyona Gelî Kurdistan re gotibû, ku vekşandina kurdan ji kongreyê oposîzyona Sûriyê li Qahîrê ne di cihê xwe de bû û şaştiyeke şanda kurdî bû.

Herweha Derwîş gotibû ku hin destên ji derve naxwazin miletê kurd bighe mafên xwe û roleke nerênî dilîzin û vekşandina şanda kurdî ziyanî gihand berjewendiyên miletê kurd û şanda kurdî.

Di derbarê karê hevbeş bi PYD re, Derwîş gotibû ku wê ew yek di rojên pêş de helwesta kurdan di danûstenên bi oposîzyona Sûriyê re bi hêztir bike.

I.K