Navenda Heweyî a Sivîl ya Îraqê ya girêdayî Hikûmeta Navendî ye, ragihand ku wan qadên xwe ji balefirên Tirkiyê re girt. Ev biryar weke nûçeke lezgîn ji aliyê çapemeniya Tirkiyê ve hate belavkirin. Tê gotin ku, piştî vê biryarê balefirên Tirkiyê yên ku di navbera Hewlêr-Stenbol û Antalya de geşdana dikin li balefirgeha Hewlêr asê mane. Lê, THY’yê (Rêyên Heweyî a Tirkiyê) ev nûçe redkir di daxuyaniya xwe de ragihand ku “Ji ber qutbûna elektirîkê di sîstema radaran de hin kêmanî çêbûne, lewma di geşdanan de seknandin çêbûye.” Û got li demeke kurt de dê ev kêmasî rabin û rewîtî bizivire asta xwe ya asayî.
Avestakurd