Li Emerîka Şirketa Terasem Movement Foundation heta niha di nava cîhana robotan de robotek herî pêşketî çêkir. Rojnamegeran ligel Robot yê navê xwe Bina48 hevdîtin pêk anî. Bina48 bersiva pirsên rojnamegeran da. Li gor rojnamegeran bersivên Bina48 di cihê xwe de bûn. Her weha ev Robot li mûzîkê guhdar dike, helbestan dixwîne, henekan dike û tevgera însan ya çav, lêv û rû bi serkeftî dike. Hêjayî gotinê ye afirînerê Bina48, Bina Rothblatt e ku yek ji damezirînerê şirketê ye.
Avestakurd