Piştî teqîn û êrîşên li paytexta Sûriyê Şam pêk hatîn, Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî civiya daku biryara pêkanînên li hemberî Sûriyê werbigire. Di civînê de 11 welatan ji bo projeya pêkanîna li dijî Esed got erê, lê Rûsya û Çînê vetokirin bikar anî. Li gor projeyê ger di nava 10 rojan de çekên giran ji herêmên gel lê dijîn venekişe, û Esed girêdayî peymana Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî a xala 7’ê nemîne, dê li hemberî Esed pêkanînên neleşkerî bikevin dewrê. Lê, Rûsya û Çînê ev bû cara 3’yê di Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî de ji bo Sûriyê vetoyê bikartînin.
Avestakurd