Serrûpel Nûçe Delfîna dayik 3 roja çêlî li ser pişta xwe girt (Vîdyo)

Delfîna dayik 3 roja çêlî li ser pişta xwe girt (Vîdyo)

Belav bike

Dîmenên ku li Çînê hatine tomarkirin, drama dayikekê radixîne ber çavan. Di dîmenan de, delfîna (masiyê Yunus) dayik, çêlîyê wê yê ku qasî 3 roja berê miriye, bernade, naterikîne û li ser pişta xwe digire.
Tê xuyakirin ku, pişta çêlî hatiye birîn. Tê texmînkirin ku ew delfîna çêle ber bi perwaneyeke keştiyekê ketiye.
Delfîna dayik, hewl dide ku çêlîyê xwe li ser avê bihêle.
Ev rojên ku mirov bi dehan tên kuştin, ji bo mirovan, ger ku dersê jê bigrin, mînakek hêjayê dîtinê ye.