Li gor Mehmûd Mihemed yê berniyas bi Ebû Sabir (Nûnerê Partiya Yekîtiya Demokrata Kurd li Sûriyê) ji Rûdawê re ragihandî “ENKS û EGRK bi navê Peymana Hewlêrê peymanek îmzekirin. Wê komîteyeke bilind were ragihandin û ev komîte wê nîve bi nîve be. Wê 3 komîte bên damezirandin, wê ev komîte li bajar û bajarokan jî bên dirûstkirin. Ev jî komîteyên parastinê, civakî û tendirûstî ne. Ev komîte jî wê bi awayê sivîl bin.” Her weha Ebû Sabir diyarkir ku peymana li Hewlêrê hatî mor kirin di warê pratîkê de tê pêk anîn û got ” Lihevhatina Hewlêr jî di warê pratîkî de cîbicî bû û ev yek di rizgarkirina Kobanê, Efrîn, Cindirês û Amûdê de diyar bû. Peymane Hewlêrê di pratîkê de jî pêk tê û bi hev re civîn tên çêkirin.” Ebû Sabir da diyarkirin jî ku sibe dê Komîteya Bilind ya Rêveberiya Herêmên Kurdî ji aliyê ENKS û EGRK’ê ve bê ragihandin.
Avestakurd