Li gor nûçeya Xabar24.net, berpirsekî PYD’ê diyar kiriye ku, berî 2 hefteyan heyetek ji PYD’ê serdana Herêma Kurdistanê kirine û ligel Cîgirê Serokê Dîwana Herêma Kurdistanê Ebdulhemîd Derbendî hevdîtin pêk anîne. Di hevdîtinê de heyetê ragihandiye ku ew qebûl nakin û rê nadin yek pêşmerge derbasî xaka Rojavayê Kurdistanê bibe. Li gor heyeta PYD’ê di hevdîtinê diyarkirî ku derbasbûna pêşmergeyan dê rê li pêşiya şerê birakujî veke. Ji aliyekî din ve gelek nûçe der barê derbasbûna pêşmergeyan di çapemeniyê de hatin belavkirin ku derbsî Rojavayê Kurdistanê bûne, lê ji aliyê Dîwana Serokatiya Herêmê û Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê ve ev nûçe hatin redkirin û hat diyarkirin ku ev nûçe dûrî rastiyê ne.
Avestakurd