Serrûpel Nûçe Em ê kîmyasalê bikar bînin

Em ê kîmyasalê bikar bînin

Belav bike

 Berdevkê Wezarata Derve ya rejîma Sûriyê Cîhad Makdîsî di civîneke çapemeniyê de li paytexta Sûriyê Şamê, diyarkir ku “Ger mudaxeleke derve bê kirin em ê dest biavêjin bikaranîna çekên kîmyayî.” Makdîsî der barê axivitinên ku ‘rejîm çekên kîmyayî li dijî gel bikartîne’ got ku “Çekên kîmyayî di bin kontrola artêşê de ne. Merc çi dibin bila bibin, Sûriyê li dijî gelê xwe çekên kîmyayî bikr nayîne.” Der barê pevçûnên li Şamê de jî diyarkir ku “Me di warê ewlekariya bajêr de gavine baş avêtine.” Hêjayî gotinê ye, piştî bûyera teqîna mezin ya li Şamê û di encam de kuştina gelek berpirsên bilind yên rejîma Sûriyê, pevçûnên dijwar li bajarê Şamê di navbera çekdar û hêzên rejîma Sûriyê de qewimîn. Hêzên rejîma Sûriyê bi tank û helîkopteran êrîşî tax û deverên Şamê kirin ku çekdar lê dimînin.

 

Avestakurd