Piştî pevçûnên dijwar di navbera hêzên rejîmê û çekderên artêşa Azad li bajarên Şam û Helebê û destpêkirina pêvajoya rizgarkirina herêmên Kurdan li Sûriyê, dewleta Tirkiyê bilez û bez bang li nûnerên Konseya Neteweyî ya Muxalifa Sûriyê kir. Hat zanîn, di civîna Eneqereyê ya şevê din de (23/7/2012), Enqereyê ji nûnerên Konseyî re gotiye “Divê Sûriyê perçe nebe, êdî xwe bidin hev, pêşiya PKK’ê bigirin. Em destûr nadin rêveberiyek li herêmên Kurdan di bin siya PKK’ê de çêbibe.” Her weha di civînê de Enqereyê hişiyarî daye Konseya Neteweyî ya Muxalif û gotiye “Pêşketinên li herêmên Kurdan dibin cihê metirsiyê ye. Divê li pêşiya wan bê girtin û em çavê xwe ji van guhartinan re nagirin.” Hêjayî gotinê ye, berî du rojan dewleta Tirkiyê bi rêya Tirinê bi hezaran leşker û çekên giran veguhestibûn ser sînorê Nisêbînê.
Avestakurd