Serrûpel Nûçe Li Sûriyê Kurdan rêveberî nexistine destê xwe

Li Sûriyê Kurdan rêveberî nexistine destê xwe

Belav bike

 Li ser van guhartin û pêşketinên li Herêmên Kurdan dibin, Artêşa Tirkiyê jî bilez û bez dest amadekariyên leşkerî kirin. Artêşa Tirkiyê bi rêya trênê bi hezaran leşker û çekên giran li ser sînorê Nisêbînê bicîhkirin. Lê balkêşe, piştî bidawî hatina civîna duhî (24/7/2012) ya dewleta Tirkiyê  (Wezîrê Derve, Wezîrê Navxweyî, Serokê MÎT’ê beşdar bûbûn), Cîgirê Serokwezîrê Tirkiyê Beşîr Atalay daxuyaniyek da çapemeniya Tirkiyê û diyarkir ku “Li Sûriyê valahiya desthilatdariyê tune ye, rêveberiya deverên Kurdan jî ne ketiye destê Kurdan.” Her weha der barê penaberên Sûriyê yê li Tirkiyê ne got ku hejmara wan gihiştiye 40 hezar kesan. Û got jî ku dê 3’ê kampên nû ji bo penaberên Sûriyê bên vekirin.

 

Avestakurd