Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), daxuyanîyeke nivîskî belav kir û banga sazî û dezgehên navneteweyî kir ku, li Suriyê biryarên ku Kurd digirin, bila rêz li hemberê ew biryarana werine girtin.
Di daxuyaniyê de hatiye îfade kirin ku, di serî de Rojhilata Navîn, li hemû cîhanê, azadî û demokratîkbûna gelan bilind bûye û dewletên wek Tunis, Misir, Cezayir yên ku li ber vê dibin asteng, yek bi yek hatine hilweşandin. Ti hêz tine ye ku karibe li ber vê bibe asteng.
KCD wiha dewam dike, “Di nav gelên Suriyê de, yê ku herî dînamîk û birêxistiniye, gelê Kurd e. Gelê Kurd, bi ziman, nasname û rêvebiriya xwe, dixwaze bi gelên din re bijî û li ser vê dildariyê Xweseriya xwe îlan kiriye. Ew mafekî gerdunî û xwezayî ye û di navbera gelê Kurd de, coşî û kelecaneke mezin derxistiye holê. Pêwiste hemû sazî û dezgehên navneteweyî, îlankirina xweseriya Kurdan qebûl bikin û bi vê biryarê re rêzê bigirin. Îcaba rêzgirtina li hemberî gel, maf, demokrasî û azadiyê jî vê dixwaze.”
KCDê di dawiya daxuyaniya xwe de, bibîr anî ku, li Suriyê kesên ku dixwazin pevçûn û nakokîyê derxînin, bila zaninbin ku, bi vê ew jî wê wenda bikin.
KCDê şoreşa Başûr Rojavayê Kurdistanê slav kir.