Serrûpel Nûçe Qeyrana di navbera Bexda û Hewlêrê de kûrtir dibe

Qeyrana di navbera Bexda û Hewlêrê de kûrtir dibe

Belav bike

 Her weha bi belge, Nûrî El Malikî boriyên neftê bê beramber ji Îranê re vekiriye û ji aliyekî din ve bi qaçaxî petrolê difiroşe. Evê carê jî ji hemû rêyên çareseriyê dûr bi hezaran leşkerên xwe ber bi herêmên Kurdan ve şandiye. Îro (27/7/2012) li berdestê sibê bi hezaran leşker ber bi gundê Kurdan ve bi rêketin. Li gor heman jêderî ku berî niha ji Avestakurd re ragihandibû, niha leşkerên Îraqê li gundê Qahîre bi cîhbûne ku dawî gundê Erebane û di navbera gundê Buhar (Um Rebîên) û Qahîre de tenê de 10 deqene meşê. Ji aliyê din ve jêder diyarkir ku zêdeyî 4 hezar hêzên zêrevanî, hêzên taybet, hêzên pêşmerge yên Herêma Kurdistanê bi çekên giran li deverê bi cîhbûne û di navbera leşkerên Îraqê û leşkerên Kurdan de navbeynek pir kin heye û bûne du enî beramber hev. Jêder diyarkir ku artêşa Îraqê dixwaze gundên Kurdan û sînor têxe bin destê xwe, lê pêşmerge rê nadin vê yekê û heta vê kêliyê rewş bi awayeî berdewam dike. Hêjayî gotinê ye, hemû hêzên Herêma Kurdistanê niha di nava rewşeke awret de ye. Lê heta niha bi awayekî fermî ji aliyê Bexda û Hewlêrê ve tu daxuyanî nehatine dayîn.

 

Avestakurd