Li gor daxuyaniya Fermandariya Bilind ya Hêzên Îraqê, Serokwezîrê Îraqê Nûrî El Malikî gotiye ku “Em polîs û leşkerên Îraqê ji ber bûyerên li Sûriyê dibin û da ku ziyan negihe ewlekariya Îraqê li ser sînor bicîh dikin. Bicîhkirina van hêzan herêma Kurdan hedef nayê girtin. Serdestiya welat û parastina sînor erkê Hikûmeta Navendî ye. Ner erkê wîlayet yan herêma ne.” Malikî di berdewamiya axivitina xwe de gef li Herêma Kurdistanê xwarin û got “Neqbûlkirin û li dijî derketina Rêveberiya Herêma Kurdan li dijî bicîhkirina hêzên Îraqê li ser sînorê Sûriyê, ne qanûnî ye û li dijî pêşîgirtina ewlekariyê ye. Divê Rêveberiya Herêmê rêzê ji nîzam û qanûnê re werbigire. Bilindkirina çek û gefxwarin ji aliyê hin yekîneyan ve nîşana rewşeke metirs dide.”
Avestakurd