Demîrtaş di xwarina fitarê ya Şaredariya Pirsusê (Surucê) de axivî. Demîrtaş detpêka axivitina xwe silav li serhildana Qamişloyê û Kurdên Rojava kir û li ser axivitina Erdogan sekinî û got “Tuyê li gorî kîjan qanûnê biçî mudaxeleya li wir bikî? Tuyê li gorî kîjan peymana navneteweyî mudaxeleya li wir bikî?” Demîrtaş diyarkir ku derdê Erdogan ne PKK-PYD’ê ye û weha pêdeçû “Derdê Serokwezîr PYD û PKK nîne em dizanin. Serokwezîr bi awayekî aşkere dijminahiya Kurdan dike. Nijadperestiyê dike. Tehemûlê nîşanî tu serkeftinên Kurdan nade.” Demîrtaş diyarkir ku mesele PKK û PYD’ê hincete, ev yek dijminahiya Kurdan e. Li wir Konseyek heye 15 paartiyên siyasî bi rêve dibe. Her weha got jî ku “
Avestakurd