Derhênerê rojnameya Tarafê û nivîskarê navdar Ahmet Altan, di gotara xwe a îro ku li ser rojnameya Tarafê weşand, di derbarê xwe de behsa taybetiyekê kir û eşkere kir ku, ew her roj ji Xwedê re dia dike, bona ku Xwedê ew ateîst afirandiye.
Altan, li Tirkiyê di heyama dawiyê de, mizgeftên bişatafat rexne dike û nerehetiya xwe a li hemberî oldar û hikumeta muhafezekar nîşan dide.
Altan, di gotara bi sernivîsa, “mizgeftên min” de, qala mizgeftên bişatafat yên ku oldar û desthilatdar çêdikin û naxwazin wana biçin ew mizgeftana û dibêje, “bi kesên wek ji me re dibêjin, mêne ev mizgeftana, li baxçê mizgeftan negerin. Tehzîra didine me û dibêjin, çi mafê we heye hûn qala ol dikin. Baxçeyên Xwedê ji me re qedexe dikin… Ma hûn mêvandariya mala Xwedê jî ji me re pirr dibînin?”
“Dibêjin ku, çawa kesekî bêol kare me bi olê bidarizîne?”
“Ku destûra we hebe, ez jî dixwazim gotineke Şêx a ku min jê girtiyê bersiva wan bidim:
Ti kesî bi exlaqê xwe nedarizîne, herkesî bi exlaqê wî bidarizîne.”
“Dema hûn li hemberî êş û jana bêdeng dimînin, hûn li hemberî kuştinan bêdeng dimînin, dema hûn pişta xwe ji êşan re dikin, tiştên ku hûn dikin, bi pîvanên Xwedê û pêxember ku em we didarizînin, ma em neheqiyeke mezin ji we re dikin?”
…
“Belê, ez naçime ew mizgeftên bişatafat û ez li ew mizgeftên we yên mezin nimêj nakim.”
…
“Di demên dawiyê de hema hema her roj, ji ber ku bêolîtî nesîba min kiriye, ez Xwedê re şikur dikim.”