Rast e, em her bi pesindarî behsa gelê xwe dikin, lê rastî ew e ku di nav Kurdan de kesên weha jî dihên dîtin ku dema “azadî” hebe û tirsa ji desthelatdariyê nemîne dikare her kiryarê û her tiştî bike. Tirsa min ji wê yekê ye ku îcar hinekên me bibêjin, “Ma Talibanên Afganistanê xwe bi firotina efyûnê çekdar nakine?”
Ger rast heşîş li herêmên kurdî dihêt çandine HAWAR Kurdino rê lê bibirrin. Çandina heşîşê û efyûnê destpêkirina malwêraniyeke din e, xwelî-li-serê-xwe-kirin e! Afganistanê û welatine Amerîkaya başûr bi bîr wînin. Heta li welatekî wek Meksîko be rojê bi dehan kes bi encama kêvcîbûna muxedderatan, bazirganiya bi wê û stema çetayên wê dimirin û dihên kujtin!