Avestakurd – Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî behsa nakokî û aloziya siyasî ya li Îraqê kir û got ku ji ber aloziya siyasî serxwebûna Kurdistanê
yek ji rêyên hilbijartiye û ew jî mafekî rewa yê gelê Kurd e. Serokê Herêmê di hevpeyvîna televîzyona Dubai ligel pêk anî de, li ser gelek xalên girîng der barê rewşa gelê Kurd de sekinî û paşeroja gelê Kurd bi ron bi navkir û got “Kurd êdî hişiyar e, di warê siyasetê de zaneye, bi xwe ewledar e û ji şerê navxweyî dûr e.” Her weha Mesûd Barzanî ev yek bi pêşketineke mezin binav kir. Serokê Herêmê li ser rewşa Kurdên Rojava jî (Sûrî), axivî da diyarkirin ku tenê vegerandina nasnameyê ne pêngave û got ku bûyerên li Sûriyê dibin ji bo me girînge, ji ber ku bi milyonan Kurd li wir hene û ew ji mafê welatbûnê bê par in, lê vegerandina nasnameyê jî ne pêngave. Û got jî, ya ji bo me girîng birayên me li wir daxwazên xwe pêk bînin, ew çarenûsa xwe diyar dikin. Serokê Herêmê weku peyam ji bo ereban jî got “Divê gelê Ereb fêm bike ku Kurd ne mêvan in û ne koçber in, ew xwediyê erd in û ji gelên herêmê yên herî kevnar in, ji ber wê ji mafê wan e bi dilê xwe yekîtiya bi gelê Ereb re li Îraqê hilbijêrin, her weha ji serxwebûn jî mafê wan e.” Hêjayî gotinê ye, mijara ragihandina serxwebûna Kurdan li Herêma Kurdistanê bûye yek ji mijarên sereke, heta gelek caran xwendevan û xelkên Herêma Kuristanê kampaniyên îmzekirina daxwaza serxwebûna Kurdan pêk tînin û dengê xwe digihînin daxuyaniyên Serokê Herêmê. Bi taybetî piştî qeyrana siyasî ya li Îraqê kûr bû û zilamê Îranê Nûrî El Malikî xwe dûrî soz û peymanan di navbera Hewlêr û Bexdayê de kir, êdî mijara Serxwebûnê ku ji aliyê Serokê Herêmê ve di her daxuyaniyekê de tê rojevê, bû yek ji mijarên herî germ di nava gotûbêjên aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê de.