Serrûpel Nûçe Silêman: Ti soz bi Davutoglu û Seyda re li Hewlêrê tuneye

Silêman: Ti soz bi Davutoglu û Seyda re li Hewlêrê tuneye

Belav bike

AVESTA KURD – Duh serokê berê yê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê û berdevkê fermî yê Desteya Kurdî ya Bilind (DKB) li Sûriyê siyasetmedar ” Ehmed Silêman ” ji herêma Kurdistana Iraqê di televîzyona Gelî Kurdistan de ragihand, ku berê ti sozên hevdîtinan di navbera Desteya Kurdî ya Bilind (DKB) û serokê Encûmena Niştimanî ya Sûriyê Dr. Ebdilbasit Seyda û wezîrê derve yê welatê Turkiyê Ehmed Davutoglo de tunebûn, û têkliya seredana DKB bi seredana wan herduyan ji herêma Kurdistanê re tuneye.

Silêman gotibû ku serdana Desteya Kurdî ya Bilind (DKB) ji Hewlêrê re, ji bo geftûkirina encamên damezirandina DKB û pêşeroja miletê kurd di Sûriyê de û bidestxistina mafên wî yên netewî bi berpirsiyarên hikûmeta herêma Kurdistanê re ye, û DKB nerazîbûn û acizbûna xwe ji helwestên berpirsiyarên welatê Turkiyê di derbarê herêmên kurdî de li Sûriyê ji berpirsiyarên hikûmeta herêma Kurdistanê re dabû xuyakirin.

Herweha Silêman gotibû ku DKB hêvî dike ku têkliyan baş bi hemî hêzên oposîzyona Sûriyê re ava bike, wek wê bi welatên cîran ji Sûriyê re û ti problem tuneye ku DKB hevdîtinan bi Turkiyê re pêk wîne.

Di derbarê leşgerên kurdên Sûriyê (Pêşmerge) de li herêma Kurdistana Iraqê, berdevkê fermî yê DKB “Silêman” gotibû, ji mafê wan leşgerane ku vegerin welatê xwe yê Sûriyê, û biryara avakirina Komîteyeke Leşgerî ji aliyê DKB ve heye, wê ew komîte rewş û vegera a wan leşgeran bişopîne û birêve bibe.     

I.K