Serrûpel Nûçe Tu niyeta me ya bi dest xistina Şemzînan tune ye

Tu niyeta me ya bi dest xistina Şemzînan tune ye

Belav bike

 Karayilan di axivitina xwe ya ji ANF’ê re kirî de, bal kişand ser gelek xalên şerê ku ev bû 11 rojin li devera Şemzînan di navbera gerîla û leşkerên Tirk de tê kirin. Karayilan bal kişand ser şerê dijwar û got ku gerîla di nava 3’ê rojan de 2 helîkopterê skorsky xisitine 2 jî derbe xwarine û weha got ” Li ser araziyekê berfireh pevçûneke mezin heye, têkoşîn û şerek heye. Ji ber vê jî dewleta Tirk û çapemeniya Tirk rastiyan ji raya giştî û civakê vedişêre, bi vî awayî bûyerên li Şemizînanê bi awayên cûda şîrove dikin.” Karayilan behsa deverên bin kontrola gerîla de jî kir “Dîsa, gelo li derdora Çiyayê Cîlo yê ewqas mezin, Çiyayê Çarçela, li derdora Oremarê tu kontrolek a dewleta Tirk heye? Nexêr. Ji ber ku şerek bi rojan bi rêya balefir û kobrayan meşand, lê nekarî bikeve van deran. Gerîlayan li wir rê neda artêşa Tirk û hema bêje herêmên Oremar û Şitazin bi temamî di bin kontrola gerîlayan de ne.” Karayilan bang li hemû gundên deverê kir ku li dijî dewleta Tirk xwedî yek helwest bin û weha pêdeçû “Bi vî awayî ez dixwazim ji gelê me yê li her du gundan re bêjim; Ez bang li gelê me yê van gundan dikin ku hem ji bo helwestek li dijî polîtîkaya dewleta Tirk a cote standart a ku gunên din ên vala dikin û tenê her du gundan dihêlin û hem jî ji bo dewleta Tirk a mêtînger tu sûd û feyde ji her du gundan negirin, her du gundan vala bikin. Helwesta herî baş a ku gelê me yê li vir nîşan bide ev e.” Mûrat Karayilan behsa rewşa Şemîzînan jî kir û got ku tu niyeta wan ya bidestxistina Şemzînan tune ye û got “Li wir gerîlayên me li hemberî tûgaya ku her roj topan diavêje gundan û zilmê li gelê me yê li wê herêmê dike, dixwaze çepergirtina xwe ya li herêmê berfireh bike. Yanî tu dê werî li ser sînor gelê me yê li her du aliyên sînor bidî ber topan, wê demê jî gerîla dê were kêleka te. Niha li di nava 35 km ên hundirê sînor de gerîla hene. Bi vî awayî êdî derveyê sînor û hundirê sînor bûye çîrok. Gerîlayan jixwe li deverên nêzî Şemizînanê çeperên xwe danîne. Hemû hewldanên dewleta Tirk ên ji bo gerîlayan ji vir derbixin, hatine pûçkirin. Rewş ev e.” Her weha Karayilan şerê li Şemzînan weke operasyona li dijî mêtîngeriyê bi nav kir û weha got ” Bûyerên niha li wir diqewimin, operasyona gerîlayan a li hemberî zext û zilma mêtîngeriyê ye. Ev sekna gerîlayan performansa leşkerî ya gerîlayan jî nîşan dide.” Û weha dewamkir “Ez vê jî bêjim: Di encama êrîşên balefirên şer û êrîşên bi obîs û hewanan ên artêşa Tikr de gelê me yê welatparêz yê li vê herêmê gelek ziyanan dibîne. Ez bi salan e ku gelê me yê li vir van tengasiyan dikişîne, lê bila baş were zanîn, ji bo bidawîbûna van êşan û ji bo rawestandina êrîşên dewleta Tirk, tenê rêyek heye ew jî ew e ku gelê me bi yekgirtinê li hemberî hêzên mêtînger û dagirker bibe xwedî helwest. Bi baweriya min gelê me yê li vê herêmê di vê zanebûnê de ye.”

 

Avestakurd