Hefta borî nûçeyên, serokdewletê Amerîka Obama bi serokwezîrê Tirkiyê Erdogan re bi têlefonê axifî, derketin. Çend rojan şûnda, ji aliyê Qesra Spî ve sûretekî Obama yê ku di dest de çoyê beyzbolê heye û bi têlefonê dipeyive hat weşandin. Gelo wateya vê sûretê çi bû û çima Amerîka sûreteke wisa weşand? Di çapemeniyê de ji bo vê şîroveyên cuda hatin kirin.
Amerîka, li ser weşandina sûreta Obama yê dest bi ço, daxuyaniyek da.
Cîgirê Berdevkê Konseya Ewlekariya Netewî a Qesra Spî Caitlin Hayden, wateya sûreta Obama a dest bi ço wiha vedibêje: Tenê bi vê sûretê, me xwest em pêwendiyên nêzik yên di navbera Obama û Erdogan de nîşan bidin û balê bikşînine ser rewşa Suriyê a ku her diçe xerab dibe.