Serrûpel Nûçe Barzanî: Gelê Suriyê bixwe biryarê dide

Barzanî: Gelê Suriyê bixwe biryarê dide

Belav bike
Di civînekê de ku, Felah Mistefa berprisê têkeliyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê jî amade bû, têkeliyên navbera Kurdistanê u Austiraliyayê hatin behis kirin û di vê çarçoveyê de, sefîra Austiraliyayê a Îraqê got ku ew bi hebûna têkeliyên bi herêma Kurdistanê re kêdxweş in û ew dixwazin wan têkeliyan di hemû waran de hêjî berfirehtir bikin.

Lîndal Sakis sefîra Austiraliyayê a Îraqê got ku, wezareta derve a hikûmeta wê, tewsiyeyên xwe yên di ware serfirkirina hevwelatiyên Austiraliyayê bo herêma Kurdistanê guhertine û ev yek jî dê bibe sedemê rêxwekirinê bo hatina kompaniyên austiraluyayî bo herêma Kurdistanê û beşdariyê di pirosesa avadankirina Kurdistanê de bikin.

Sefîra Austiraliyayê a Îraqê got ku, welatê wê giringiyeke taybet bi warê perwerde û xandinê li herêma Kurdistanê dide û got jî ku, ew ji bona avakirina peywendiyên baştir di navbera zanîngehên her du aliyan û pêkanîna aqarekî xweş bo xwendekarên Kurdistanê ku bikaribin li zanîngehên Austiralyayê bixwînin, dixebitin.

Serokwezîrê Kurdistanê û sefîra Austiraliyayê a Îraqê, rewşa siyasiya Îraqê, peywendiyên navbera hikûmeta Kurdistanê û hikûmeta federal a Îraqê nirxand û her du aliyan dîtinên xwe ber çav kirin. Di vê çarçoveyê de, Nêçîrvan Barzanî dupat kir ku, vegeran bo destûrê, diyalog û pabendbûn bi rêkeftinên siyasî û cibicîkirina naveroka rêkeftinan garantiya çareseriya hemû pirsgirêk û arîşeyan e.

Li dor siyaseta hikûmeta herêma Kurdistanê a di warê sektora neftê de, serokwezîrê Kurdistanê got ku, siyaseta neftê a hikûmeta Kurdistanê di çarçoveyê destûra Îraqê de tê meşandin û her vê siyasetê jî wisa kiriye ku, kompaniyên cîhanî digel hikûmeta Kurdistanê di warê neftê de kontirak û peymanan îmza bikin.

Her du aliyan rewşa Suriyeyê nirxand û dilgiraniya xwe li hember rewşa aloz, pêşhatên metirsîdar û dirustbûna kaosê û bikaranîna şidetê nîşan da û li dor paşeroja Suriyeyê jî, Nêçîrvan Barzanî got ku, gelê surî biryarê li ser çarenivîsê xwe dide.