Serrûpel Nûçe Me xebata xwe ya Heyeta Bilind rawestand

Me xebata xwe ya Heyeta Bilind rawestand

Belav bike
Mislim diyarkir ku civîna ENS û ENKS’ê ligel Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyê li bajarê Hewlêrê pêk hatî, bê agahiya wan 5 endamên Heyeta Bilind beşdarî vê civînê bûne. Mislim got “Bê agahiya me ev civîn pêk hatiye.” Her weha Mislim diyarkir ku “Me xebata xwe ya hevbeş rawestand, heta bûyer zelal nebe em ê civînên xwe li Qamişloyê berdewam bikin.” Mislim daxwaz kir ku civîna li 2’yê Tebaxa 2012’yê li darketî bê zelal kirin û weha pêdeçû “Divê her tişt zelal be. Hevdîtineke bê kirin divê biryara me tevan be (10 endam). Lê bê ku bêjin 5 endamên din, bê şêwîre xwe bikin 5 endamên din beşdarî civînê bûne. Gelo kî ev pêk anî, kî pêşengî jê re kir, divê bê zelal kirin.” Lê Mislim got ku li ser her tiştî re ew ê heta dawiyê Heyeta Bilind biparêzin û weha got “Lê divê ev bingeha xwe ya durist hebe. Nexwe her kes dikare bi aliyekî ve bikişîne. Divê ev rewş bê zelal kirin. Ev bi zanebûn bû, jibîrkirin bû, ka çi ye divê zelal bibe.”

 

Avestakurd

– Anf