Serrûpel Nûçe Gelo malbaketk bê cil û tazî dikare bijî?

Gelo malbaketk bê cil û tazî dikare bijî?

Belav bike

Frank û Sandra ku malbata wan ji 4 kesan pêk tê û li Florida dijîn, didin diyarkirin ku ew bê cil tazî dijîn û gelekî bikeyfxweşin bi tazîbûna xwe. Li gor nûçeya The ABC Newsê, malbata Farnk û Sandra berî 6 sala li kampa taziyan bi cih dibin. Alex yê 9 salî dibêje ew keyfxweşe ku ji modayê xilas bûye. Alex dibêje ku ew ligel hevalên xwe bi hemû pêlistikan dilîze lê dema dilîze jî her û her tazî ye. Lê birayê mezin yê Alex, Bud yê 15 salî dibêje ku jiyana tazîtî balkêş tê, dema cil li ber min bûn, min dikarî pirtir rehet tevgerê bikim. Lê dê û bav; Farnk û Sandra dibêjin “Însan dikevin nava xwe xapandinê. Difkirin ku ev têkiliya xwe bi têkiliyên cinsî heye, ti têkiliya xwe ligel tune, em her du yek kesin. Em û zarokên xwe ligel hev dijîn. Ez wan bi temamî tazî dibînim, ew jî me bi temamî tazî dibînin.” Berpirsên kampê jî didin diyarkirin ku heta niha ti pirsgirêk çênebûye.

Avestakurd