Demîrtaş bersiva pirsên BBC’ê ya Tirkî da. Demîrtaş di axivitina xwe de bal kişand ser rewşa tecrîda ser Serokê PKK’ê Ocalan û bang li Hikûmeta Tirkiyê kir ku tecrîda li ser Ocalan rabikin, rewşa wî baş bikin da bikare rola xwe di aştiyê de pêk bîne. Her weha got ku ji bo serbestberdana leşkerên Tirk yên ji aliyê HPG’ê ve hatîn dîlkirin (esîrkirin) ger malbatên wan bixwazin ew dikarin bikevin dewrê. Demîrtaş der barê şerê li Şemzînan de jî got “Ez bawer nakim ku tektîkeke PKK’ê hebe ku bajarek, cihek bixe bin kontrola xwe û demeke dirêj di destê xwe de bihêle. PKK’ê ji bo afirandina çareseriyeke siyasî dibe ku hêza xwe ya leşkerî îsbat bike.”
Avestakurd