Serrûpel Nûçe “Em ne li dijî mafên kurdên Sûriyê ne”

“Em ne li dijî mafên kurdên Sûriyê ne”

Belav bike

AVESTA KURD – Duh 9-8-2012 li gor rojnameya turkî Todayszaman ya ku bi zimanê inglizî derdikeve, wezîrê derve yê welatê Turkiyê “Ehmed Davutoglo” di dema çûna xwe ya bo Myanmar û di balefirê de ji rojnamevanan re gotibû, ku piştî ketina rêjîma Beşar Elesed û erêkirina hêzên Sûriyê, welatê wî Turkiya ne li dijî Xweseriya Herêmî ya kurdên Sûriyê ye.

Herweha Davutoglo gotibû, ku wî bi hazirbûna serokê Encûmena Niştimanî ya Sûriyê di serdana xwe de ji herêma Kurdistana Iraqê re û di civîna li gel Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) de gotibû ku welatê wî Turkiya piştî lihevkirina hêzên Sûriyê ne li dijî mafên miletê kurd li Sûriyê ye, lê ew terorê napejirîne.

 

 I.K