di encama kampanyaya Enfal ya rêjîma Sedam Husên li dijî kurdan di salên 1980an de li navçeya Germiyan.
Wek piraniya goriyên din yên Enfal, Emîne Mihemed jî gava qala serhatiya xwe û malbata xwe di dema Enfal de dike, dilê wê tije dibe û çavên wê jî tije hêsir dibin. Bi ser de jî hevkara me ya kenedî Kelly Dignun ku ji bo amadekirina raporekê ji bo beşê ingilîzî yê Rûdawê bi min re bû, qirik û çavê wê tije girî bûn, ji ber çîrokên Fnfal.
Emîne ji Germiyan e, li navçeya Barzan, dema Enfalkirina gundê xwe ji Rûdawê re vedibêje ku di orta sala 1988an de bû gava artêşa Iraqê gundê wê Milesûre li navçeya Germiyan dorpêç kir û zîlên leşkerî anîn û destê hemûyan girêdan û ew avêtin nav zîlan û birin.
Emîne got: “Pişt re bi wan zîlan em şandin Topzawe li Kerkûkê, li zindanê mêr ji jin û zarokan cuda kirin û ji wê çaxê ve min mêrê xwe nedîtiye û heya vêga tiştekî li ser nizanim.” Emîne hê jî destê xwe ji mêrê xwe neşûştiye û dibêje: “Hê li benda vegera mêrê xwe me.”
Di dema proseya Enfal de temenê Emîne 31 sal bû, heft zarokên wê hebûn, temenê hemûyan li jêr 8 salan bûn. Vêga temenê Emîne 55 sal in, ew dibêje piştî ew ji Topzawe guhastin Nugre Selman, li wir di saloneke kevin de li navçeyeke çolistanê hatin zindanîkirin.
Di wê salonê de Emîne bi dora 500 jin û zarokan re bû, tiştekî wan jî nebû û dibêje: “Du zarokên min ji germa nexweş ketin û ji ber ku tu doktor û dermanek jî nebû, herdu zarokên min mirin.”
Emîne bi kurê xwe re ku bavê xwe nedîtiye çimkî wê demê temenê wî tenê 7 meh bûn, gava li Nugre Selman hatin girtin, heftiya borî bi mebesta beşdarbûna wan di festîvala dayikê de hatibûn qezaya Mêrgesor, Emîne yek bû ji wan 50 dayikên goriyên Enfalkiriyan ku ji ber li berxwedan û fîdakariya wan di xwedîkirina zarokên xwe de, hatin xelatkirin.
Navê kurê Emîne Mecîd e û niha li Brîtaniya dijî. Mecîd qala bextreşiyên jiyana xwe dike, ku ji ber kurdbûna xwe bê bav mezin bû: “Bê bav tu jiyaneke me nebû, kes nebû çavdêriya xwedîkirin û jiyana me bike.”
Roja 02.05.2012an, li qezaya Mêrgesorê li devera Barzan festîvaleke du rojî bi navê “festîvala dayikê” hat sazkirin, ku dora 500 kesan tê de amade bûn. Festîval bi hevbeşî di navbera wezareta rewşenbîrî û wezareta karûbarên şehîd û Enfalkiriyan ya hikûmeta Herêma Kurdistanê de hat sazkirin.
Berevan Hemdî ku yek bû ji endamên komîteya amadekar ya festîvalê, ragihand ev cara yekê ye festîvaleke bi vî awayî tê sazkirin: “Em bi niyet in festîvalê bikin salane û dewlemendtir jî bikin û her sal li navçeyekê bikin.” Di vê festîvalê de 50 dayikên şehîd û Enfalkiriyan hatin xelatkirin.
“Zarokên min ji birçîbûn û tîbûnê digiriyan”
Sebîhe Ebdulla, ku ji Çemçemalê ye ji bo beşdarbûna di vê festîvalê de hatibû Mêrgesorê. Sebîhe qala roja Enfalkirina malbata xwe dike û dibêje: “Roja ku em Enfal kirin, kur û keçeke biçûk bi min re bûn, temenê keça min tenê 2 meh bûn, ji ber germî û nexweşiyê mir.”
Sebîhe bi dilgiranî dibêje: “Tenê diya min ji Nugre Selman vegeriya, wê jî ji ber îşkenceyeke zêde herdu çavên xwe ji dest dan.”
Sebîhe ku bi tevahî nizane temenê wê çend e, qala serhatiya xwe li Nugre Selman dike: “Her roj perdaxeke ava germ û semûneke hişk didan me. Hinek şevan zarokên me ji birçîtî û tîbûnê digiriyan, lê tiştekî min nebû bidim wan.” Sebîhe qala demekê dike ku pileya germê zêdeyî 40 bû.
Navbirî dibêje dema ku li Nugre Selman bûn hest dikirin careke din asmanê şîn yê welatê xwe nabînin.
“Dengê bordûmanê ziravê wê qetand”
Fatime Silêman, dayikeke din ya Enfalkirî ye û ji navçeya Dolemerî ya qezaya Mêrgesorê ye, wê di dawiya salên 1980an de sê zarokên xwe ji ber bordûmana firokeyên artêşa Sedam ji dest dan, ku yek ji wan temenê wê tenê 3 mehî bû “ji ber dengê bordûmana firokeyan ziravê wê qetiya.”
Fatime ku ji Kewne Gund e, du zarokên xwe yên din jî ji dest dan ku wê demê nexweş bûn û ji ber bordûman û şer nikaribûn ji gundê xwe derkevin ji bo çareserkirina zarokên xwe û bi vî rengî zarokên wan jiyana xwe ji dest dan.
Dû re Fatime qala keçeke ciwan ya li tenişta xwe dike. Bo gotina Fatime ew û mala wê keçê li gundê xwe cîran bûn û dibêje: “Mala vê keçê cîranê me bûn, ji ber bordûmana gundê me mejiyê xwe ji dest daye û heya niha kes li hana wê nehatiye, heke dê û bavê wê bimrin li ser kolanan dimîne.” (Hawar Ebdilrezaq, Rûdaw)