Serrûpel Nûçe Li Tirkiyê dengê piyê şerê navxweyî tê

Li Tirkiyê dengê piyê şerê navxweyî tê

Belav bike

 Adil Kurt, di merasîma cenazyê gerîlayek de axivî. Kurt bang li Serokwezîrê Tirkiyê Erdogan kir û got “Eger Serokwezîr bersiva daxwazên gelê Kurd nede dê Tirkiyê wenda bike.” Her weha Kurt da diyarkirin “Êdî li Tirkiyê, li vê erdnîgeriyê hatina dengê dengê piyên şerekî navxweyî destpêkir. Di rewşeke weha de dê artê perçe bibe.” Di berdewamiya axivitina xwe de Kurt got “Serokwezîr, eger tu  hişê xwe neyîne serê xwe, dê şer derbasî kolanên Kurdistanê, bajarên Tirkan bibe. Tenê yek wateya vê rewşê heye ew jî; şerê navxweyî ye.”

 

Avestakurd