Serrûpel Nûçe Gelo Farûq El Şara jî reviya Urdun?

Gelo Farûq El Şara jî reviya Urdun?

Belav bike

 Li gor hin çavkaniyên çapemeniyê û kanalên asîmanî, Cîgirê Serokdewletê rejîma Sûriyê Farûq El Şara û 50 leşkerên pile bilind revîne Urdunê. Tê gotin ku di heman rêya ku Serokwezîrê Sûriyê reviyayî Urdunê, Farûq El Şara û yên ligel wî revîne Urdunê. Her weha li gor îdîakirinê Artêşa Azad ya Sûriyê ew revandine Urdun. Hêjayî gotinê ye, heta niha Hikûmeta Urdunê der barê vê mijarê de ti daxuyaniyek fermî nedaye.

 

Avestakurd