Serrûpel Nûçe PKKê parlementerek revand

PKKê parlementerek revand

Belav bike

Parlementerê CHPê yê Dêrsimê Huseyîn Aygun, îro danê êvarê, ji aliyê PKKê ve hatiye revandin.
Waliyê Dêrsimê Mustafa Taşkesen daxuyandiye ku, Huseyîn Aygun ji aliyê gerêlayên PKKê ve hatiye revandin.
Parlementer Huseyîn Aygun, dema ji gundê Ovacikê vedigere navenda bajêr, rê lê tê birîn û ew û esên bi wî re ji trimbêlê tên peyakirin. Gerîlayên PKKê, kesên din berdidin û parlementer Huseyîn Aygun digrine ba xwe û diçin.
Revandina parlementer Huseyîn Aygun, ji aliyê partiya wî CHPê ve jî hate piştrastkirin.
Cîgirê Serokê Giştî yê CHPê Gursel Tekîn, di derbarê bûyerê de wiha gitiye: Em ê di şokê de ne. Wî li herêmê xebat dikirin. Xeynî daxuyaniyên walî em ti agahiyan nikarin bigrin. Şêwirmendê wî serbest berdane lê ji Aygun ti agahî tine. 
Parlementerê Muşê yê BDPê Sirri Sakik, li ser revandina Aygun daxuyand ku, me û Aygun di heman pencerê de li jiyanê nedinêrî lê dîa jî em xemgîn in. Hêvî dikim ku di demeke kin de wê bigihêje azadiya xwe.
Parlementerê AKPê Galip Ensarîoglu, anî ziman ku, PKKê ji bo propagandayê Aygun revandiye û bawer dike ku di demeke kin de wê were berdan.