Her du Hevserokên BDP’ê Selahedîn Demîrtaş û Gultan Kişanak bi navê BDP’ê daxuyaniyek nivîskî dan. Di daxuyaniyê de BDP’ê li dijî vê şêwaza çalakiya PKK’ê disekine. Di daxuyaniyê de tê gotin “Berî her tiştî çalakiyek wisa qebûl nakin û ji aliyê xwe ve rast nabînin. Em li bendêne berî zêde dem derbas bibe birêz Aygun bê berdan. Ji ber vê bûyerê em ji malbata Aygun û partiya CHP’ê re dibêjin derbas bûyî be. Em di wê ferqê de ne ku hemû parlementerên di Meclîsê de bêne desteserkirin jî aliyê însanî ve ne xema Hikûmetê ye.” Her weha di berdewamiya axivitinê de tê gotin “Ti şika me tune ye ku çawa dema qeymeqam, leşker, polîs tê desteserkirin ne xema Hikûmetê ye, dê ji bo Aygun jî nexembe.”
Avestakurd