Îro seet di derdorê 14.00 an de, li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin, 11 makîneyên ku ji bo çêkirina balafirgehê dixebitîn, li nêzika gundê Kadikoyê, ji aliyê gerîlayên PKKê ve hatine sekinandin û dûra jî agir berdane wesaîtan.
Hat îdiakirin ku, ajovanên makîneyan jî ji aliyê PKKê ve hatine revandin. Li gorî nûçeyên hin malperan, ajovan û karkerên ku hatibûn revandin, 13 kes hatine berdan.
Ji bo agir vemirandinê, agirkujên Şaredariya Geverê çûne şûna bûyerê û mdaxeleya agir kirine.
Li herêmê ji aliyên cendermeyan ve ewlekariyeke berfireh hatiye girtin.