Serrûpel Nûçe Rewşa hêzên Kurdî li Sûriyê hestiyar e

Rewşa hêzên Kurdî li Sûriyê hestiyar e

Belav bike
 der barê rewşa tevgera Kurdî li Rojavayê Kurdistanê de got “Rewşa hêzên Kurdî li Sûriyê hestyare, pêwîste em hemû li hemû parçeyên Kurdistanê hevkariya wan bo yekrêziya wan bikin, neku em wan bi ejindeyên din û bi destêwerdanê di karûbarê wan yên navxwe bikin û barê giran bikin.”
Li gor hevpeyvîna rojnameya Awêne ligel Dr. Berhem Salih kirî de, Salih balê dikişîne ser rewşa Rojhilata Navîn, di nava van guhartin û pêşketinan de rewşa Kurdên Rojava û çawaniya nêzîkbûna ji vê pêvajoyê re. Salih dibêje “Rojhilata navîn di hejandineke mezin de ye, karîgeriya xwe li ser hemû sîstemên ewlekarî û siyasî yê vê navçeyê heye, qonaxa rêkeftina Sykes-Picot bi dawî bûye, nabê bi xemsarî em xwe bixin bi destê îradeya derve, belku dibê peywendiyên me bi hesab û hevseng bin.” Dr. Berhem Salih dide diyarkirin ku divê Kurd dîroka xwe, ezmûnên berê ji bîr nekin û weha pêde diçe “ Nabê em ji nû ve xeletiyên dîrokê dubare bikin. Em gelê xwe bixin ber destarê hêzên herêmî yan bikin sotemeniya şerê berjewendiyên gelên din.” Salih behsa siyaset û nêzîkbûna YNK’ê  ji rewşa Sûriyê re dike û dibêje “Guherîna li Sûriyê ji ber destêwerdanên herêmî û rewşa navdewltî, ji bilî van jî serbarê xwezayiya pêkhateyên navxweyî bandorek rasterast li ser hemû navşeyê heye. Em dikarin bêjin ku hevrikiyênnavxweyî û yên herêmî û navnetewî di vê demê de zêde bûne ku guherîna li Sûriyê wek welatên din nebê.” Salih di axivitina xwe de hişiyarî dide Kurdên Rojava û dibêje “Çi ji bo ewlekariya me ya netewî li vir û çi jî li rawengeha dilsoziya me bo Kurdên Sûriyê divê em hişyar bin ku pêşeroja Sûriyê nekeve destê xelkekî taîfî yên tundrew. Divê Sûriya dahatî Sûriyeke demokrat û medenî be û mafê Kurd, Mesîhî, Elewî, Tirkuman, Diroz û pêkhateyên din bêne naskirin.” Salih tekez li wê yekê dike ku ew weke YNK’ê û Herêma Kurdistanê piştgirê Kurdên Rojava ne û got ” Wek YNK`ê û wek Herêma Kurdistana Êraqê jî bi awayekî giştî emê piştevaniyê bikin, hêvîdarin piştevanî û alîkarî ji bo hemûyan bê. Rewşa hêzên Kurdî li Sûriyê hestyare, pêwîste em hemû li hemû parçeyên Kurdistanê hevkariya wan bo yekrêziya wan bikin, neku em wan bi ejindeyên din û bi destêwerdanê di karûbarê wan yên navxwe bikin û barê giran bikin.” Her weha Salih bal kişand ser peymana Hewlêrê û weha pêde çû “ Rêkeftina Hewlêrê gavekî giringe bo misogerkirina yekrêziya Kurd li Sûriyê û pêwîste hîc rê neyê dayîn ku, Kurdên Sûriyê bibin sotemeniya hevrikiyên herêmî. Her weha divê peyama Kurdên Sûriyê jî ji bo cîranan peyama dilrihetiyê bê, bila cîranên wê jî sûd ji ezmûna Kurdên Êraqê werbigrin.” Her weha got “ Niha dema behskirina dahatiya piştî vê rêjîmê ye. her weha pêkhateyên Sûriyê, li Kurd, Elewî, Mesîhî, Diroz, li gel demokratxwaz û îslamiyên nerm yên Sûriyê ku berjewendiyên wan yê hevbeş hene li hemberî taîfegeriya tundrew wek alternatîfê demokrat û medeniyetê ne.

 

Avestakurd