Şoreşgerên Artêşa Azad bi çekên R B G êrîşî avahiya hikûmetê kirin.
Di êrîşê de gelek kes hatine kuştin û birîndarkirin, lê belê heta niha hejmara wan ne diyar e.
Li gora ajansa AFP şer li derdora sefareta Îranê jî derketiye.
Her wiha serê vê sibê zû teqîneke mezin Şam hejand.
Teqîn nêzîkî Bargeha Wezareta bergiriyê çêbû.
Komeleyên Mafên mirovan li Sûriyê diyar dikin ku duh 101 kes û îro jî heta niha 13 kes hatine kuştin.