Serrûpel Nûçe Çareserkirina aloziyê pêkanîna Peymana Hewlêrê ye

Çareserkirina aloziyê pêkanîna Peymana Hewlêrê ye

Belav bike
Şawês got ku alozî û pirsgirêkên niha yên Îraqê ne pirsgirêkên di navbera Barzanî û Malikî de lê pirsgirêka ji ber du nêrînên cuda çêbûye. Her weha Şawês di axivitina xwe ya ji Aknewsê re de weha berdewamkir “Nêrîna serokatiya siyasî ya Herêma Kurdistanê, cîbicîkirina bingehên sîstema federalî û zêdekirina desthilatên herêmê û kêmkirina desthilata navendê ye.” Her weha der barê çareserkirina pirsgirêkên heyî de got “Bijareya herî baş bo çareseriya aloziya Îraqê, cîbicîkirina peymana navbera aliyên siyasî yên Îraqê ye ku li Hewlêrê hatiye morkirin, ji ber ku cîbicîkirina wê peymanê dê gelek pirsgirêkên niha çareser bike.”

Avestakurd