Li gor dîplomatekî Îraqî ji rojnameya Ray ya Kûwêtî re bê ku navê xwe aşkere bike ragihandî, berî çend rojan Wezareta Karê Derve ya Emerîka birûskeke bilez ji balyozxane û konuslxaneyên xwe re şandiye ku ger zêde û gelek girîng nebe bila ti karmendên we ji avahiyên kar dernekevin. Dîplomatê Îraqî got ku sedema vê birûskeya bilez ew e ku dibe hindek komên çekdar li hundir û derve yên li dijî siyaseta Emerîka karmend û dîplomatên wê birevînin.
Avestakurd