Li Colemêrgê wezîrê hundir yê Tirkiyê Îdris Naim Şahin, rasta nerazîbûna gelê Colemêrgê hat û ji aliyê gel ve hate protesto û yûhkirin. Gelê Colemêrgê yên ku derketibûne danûstandina cejnê, li ber gengeşiyan berê xwe dane mala xwe. Navenda bajêr veguheriya qada şer. Wezîr mecbûr ma û xwe avête cafeya înternetê.
Parêzvanên wezîr gule berdanê hewa. Gelê Colemêrge demeke dirêj protestoyên xwe dimandin û wezîr dane ber keviran.