Konseya Ewlekariyê a Neteweyên Yekbûyî (NY), hefta çûyî roja pênçşemiyê, çavdêrên ku ji bo agirbestê bişopînin li Suriyê peywir bi cih dianîn, biryar girtibû ku peywira wan dirêj neke.
Di meha nîsanê de, li ser 6 xalên agirbestê yên Koffî Annan, 300 çavdêrên NY çûbûn Suriyê ku, di cih de pêkanîna agirbestê bişopînin lê, agirbest pêk nehat.
Kofî Annan, 4ê Tebaxê ji peywira xwe a Nûnertiya Taybet a NY û yê Yekitiya Ereban a Suriyê îstifa kiribû. Annan sedema îstifakirina xwe jî, nakokiya di navbera endamên NYê nîşan dabû.
Lahdar Brahîmîyê ku şûna Annan hate peywira Nûnertiya Taybet a NY û Yekitiya Ereban a Suriyê, ji France 24’ê re axifî û diyar kir ku, peywira min ne astengkirina şerê navxweyî ye, peywira min şer bi dawîkirin e.
Dîplomatê berê yê Cezayîrî Brahîmî, yekşemiya çûyî dest bi peywira xwe kiribû.