Serrûpel Nûçe Dê Hikûmeta Veguhastinê ya Sûriyê bê ragihandin

Dê Hikûmeta Veguhastinê ya Sûriyê bê ragihandin

Belav bike

 Li gor rojnameya Şerq El Ewest li ser zimanê Heysem Malih belavkirî, li demeke nêzîk de, dê bi mebesta danûstandinên der barê avakirina Hikûmeta Veguhastinê de opozisyonê Sûriyê civînekê li dar bixe. Her weha Malih dide diyarkirin ku ew li ser navên bêne hilbijartin bo Hikûmetê lihevkirine û dê piştî li dar xistina civînê Hikûmetê ragihînin. Malih aşkere jî dike ku li vê dawiyê li Stenbolê ligel Burhan Xelyûn civiyaya û behsa gelek xalên girêdayî vê mijarê kirine. Her weha Malih tekez dike ku opozisyonê li ser rol û erkên Hikûmetê lihevkirine û dê dema vê Hikûmetê salek be.

 

Avestakurd