Serrûpel Nûçe Gelo milîtanên El Qayîde li Tirkiyê çi dikin?

Gelo milîtanên El Qayîde li Tirkiyê çi dikin?

Belav bike
  

Li gor şopandina rojnameya Vatan ya Tirkiyê, 78 hezar û 409 penaberên Sûriyê li 10 kampan dimînin. Derketin û gera van penaberan li bajarên Tirkiyê qedexeye. Lê li gor çavkaniyê, hat zanîn ku gelek ji van xelkan di kampa de namînin, li bajarê Hatayê xanî kirê kirine. Her weha gelek ji van xelkan pereyên tirimbilên rêwiyan, yên aşxaneyan nadin û dema ji wan tê xwestin çima hûn nadin, ew dibêjin ‘dê dewlet pere bide we.’ Piraniya van kesên nediyar li taxên Akasya û Aksaray xanî kirê kirine. Li gorî muxtarê taxa Akasya Mistefa Yucedal li taxa wan 200 kesên biyanî dijîn. Her weha dibêje ku ev kesên han gelek hişkin, weke kesên ji zîndana derketîne û didin diyarkirin ku destûra dewleta Tirk bi wan re heye. Xelk jî bi dengek bilind dibêjin ku ev hemû milîtanên El Qayîde ne. Niha ev pirs li kolanên bajarê Hatayê digere, gelo milîtanên El Qayîde li Tirkiyê çi dikin? Hêjayî gotinê ye, berî niha gelek nivîs û nûçe hatin belavkirin ku ji Tirkiyê û Îraqê milîtanên El Qayîde derbasî Sûriyê bûne, derbasî Sûriyê dibin.

 

Avestakurd