KCK, “Tevgera me li dijî sivîlan çalakiyan pêk nayne.”
Serokatiya Konseya Rêvebir a KCKê, li ser bûyera li Dîlokê pêk hatibû û 10 kesan jiyana xwe ji dest dabûn, careke din daxuyanîyek da û diyar kir ku, em bi şaşmayî xîreta AKPê a ku dixwaze qetlîamê bixîne stûyê me, bi îbret temaşe dikin.
KCK, di daxuyaniya xwe de wiha dibêje: Ku bûyer qewimî şûnda, di nav çend seetan de, hîn ku ti lêkolîn nekiribûn, bûyer xistine stûyê me. Me ew hemla wan vala derxist. Li ser vê, ji bo ku karibin bûyerê binixumînin, bi derew û îftirayan baweriya gel pê bînin, li pêşberî çapemeniyê sûretê rêhevalekî me teşhîr kirin û ew kiryarê bûyerê nîşan dan.
Bi vê propagandaya qirêt, rêhevalê me û malbata wî kirne hedefê. Ti eleqeya rêhevalê me bi vê bûyerê re tine û ew di nav refên gerîla de çalakiyên xwe yên normal bi cih tîne. Ti eleqa vî rêhevalî me bi bûyera Dîlokê re tine ye û ew, ku tevlî refên gerîla bûye virve, gava xwe neavêtiye ne Dîlokê ne jî bajarekî Kurdistanê yê din.
KCK, di daxuyaniya xwe de, bûyerê şermezar dike, ji malbatên kesên ku jiyana xwe ji dest dabûn re sersaxiyê û ji birîndaran re jî şîfayê dixwaze.